• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Karesata 1ê Sibatê hertim li bîra me dimîne

Gulan Media February 1, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Karesata 1ê Sibatê hertim li bîra me dimîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bûyera 1ê Sibatê weke tevlihevbûna xwîna PDKê û YNKê bi nav kir û ragihand, “1ê Sibatê derxist holê ku divê em yekgirtî bin û yekîtiya xwe biparêzin”.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera bûyera 1ê Sibatê de ku li monomênta şehîdên 1ê Sibatê li nav Parka Şehîd Samî Ebdulrehman li Hewlêrê hat lidarxistin, gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya bi vê helkevtê de ragihand: “Îro em bûyereke asayî bi bîr nahînin, lê belê em tevlihevbûna xwîna pêşmerge û serkirdeyên PDKê û YNKê bi bîr tînin, ku di rojên zehmet de û bo parastina destkevtên gelê Kurdistanê di çeperekê de bûn”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: “1ê Sibatê ev rastî bo hemû aliyan derxist holê ku dijmin ti cudahiyê di navbera me de nakin û di yek demê de dijatiya me hemûyan dikin, lewma di rojeke weke îro de divê em bînin bîra xwe, ku em jî divê yekgirtî bin û em hemû alî vê yekîtiya xwe biparêzin”.

Waar.tv
Top