Parlamenterê Rûs: Li Rojava şer li dijî kurdan dest pê nake
Li Moskowê ev yek, weke astengkirina hewlên Tirkiyeyê yên damezrandina navçeya aram a li bakûrê Sûriyê tê nirxandin.
Parlamenterê Dûmayê, Mîxayîl Yemelyanov dibêje, Moskow rewşa li Idlibê weke arguman tîne pêş Enqerê, daku li bakûrê Sûriyê jî heman rewş dubare nebe.
Mîxayîl Yemelyanov da xuyakirin: “Aşkere ye ku Rûsya, rewşa herêmên kurdan ên li bakûrê Sûriyê bi rewşa Idlibê ve girê dide. Rûsya dixwaze ku Tirkiye li bakûrî Sûriyê û li herêmên kurdan bi aramî tevbigere, eger na Rusya jî dikare li Idlibê bi curekî din tevbigere. Bêguman gotûbêj di vê hêlê de dê dijwar bin, lê ez bawer dikim, ku encam dê serkevtî bibe. Hevsengiya hêzan dê bê peydakirin û gelê Kurd jê ziyanê nabîne. Anku şer li dijî kurdan destpê nake.”
Di vê navberê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî amaje bi Rêkevtina Edeneyê kir û da zanîn, ku pêwîst e armanca hevkariya Enqere û Şamê ew be, ku hemû erdên Sûriyê bikevin bin kontrola desthilata Şamê.
Bi nêrîna çavdêrê Rûs, ji xwe Rêkevtina Edeneyê rê nade, ku Tirkiye ji 5 kîlometran zêdetir têkeve nav axa Sûriyê.
Şarezayê peywendiyên Rûsya û Tirkiyê, Stanîslav Tarasov di vê bareyê de dibêje: “Serdana Erdogan bo Moskowê diyar kir, wî nekarî bi Putîn re li hev bike. Putîn varyanteke alternatîv, anku zindîkirina Rêkevtina Edeneyê pêşniyar kir. Ev yek jî tê wateya pêwîstiya lihevkirina Enqerê bi Esed re. Lewma jî ta ku çareseriyeke rêkevtî neyê peydakirin, ti êrîşeke Tirkan ber bi Minbicê dê pêk neyê.”
Li gorî zanyariyên ku ji Kremlînê tên belavkirin, ewlehiya li bakûrê Sûriyê dê bibe rojeva sereke ya civîna serokên sê dewletên garantorên li Sûriyê.
Biryar e di nîveka meha Sibatê de, serokên hersê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Rûsyayê bicivin û rewşa Sûriyê gotûbêj bikin.
Rudaw
