• Sunday, 15 February 2026
logo

Yûnanistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Gulan Media February 1, 2019 Nûçe
Yûnanistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Di hevdîtina ligel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî de, nûnerê welatê Yûnanistanê got ku ew konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

Nûneratiya Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê heye.

Berpirsê Nûneratiya Yûnanistan li Herêma Kurdistanê Îfsa Îmyos Kosto Polos ligel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî civiya û di wê hevdîtinê de gotiye ku welatê wî dixwaze nûneratiya xwe bike konsulxane û dê ew bi xwe bibe konsul.

Îfsa Îmyos Kosto Polos kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û gotiye ev pêşkeftin û avedanî û aramiya ku li Hewlêrê heye, mînakeke bilind e, nêzîk ewê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin û niha biryar hatiye dan ku ew wek konsul karê xwe li Hewlêrê bike.

Waar.tv
Top