• Sunday, 15 February 2026
logo

Heyder el-Ebadî: Em ê destûrê nedin ku Kerkûk bibe mijara bazariyê

Gulan Media January 30, 2019 Nûçe
Heyder el-Ebadî: Em ê destûrê nedin ku Kerkûk bibe mijara bazariyê
Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el-Ebadî diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku ewlehî û îstiqrara Kerkûkê bibe mijara bazariyê.

Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa Ebadî hat dayîn, serokê Hevpeymana Nasrê Ebadî ligel Alîkarê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê Hesen Turan li Bexdayê hat cem hev.

Ebadî û Turan di hevdîtinê da li ser geşedanên siyasî yên dawîn ên li Kerkûkê, îstaqrara parêzgehê, parastina pêkvejiyana unsurên li bajêr û pêşkêşkirina xizmetê bo welatiyan sekinînin.

Ebadî diyar kir ku Kerkûk dê rengê xwe yê pêkvejiyanê bidomîne û herwiha bal kişand ku îstiqrara li Kerkûkê ewlehiya hemû Iraqê temsîl dike.

Der heqê geşedanên dawîn ku li parêzgehê qewimîn da jî Ebadî wiha got, “Em ê destûrê nedin ku ewlehî û îstiqrara Kerkûkê bibe mijara bazariyê.”

Waar.tv
Top