Yekîtiya Ewropa: Em dê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê
Îro çarşembiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Sekretatiya Giştî ya Yekîtiya Ewropayê yê bo karûbarên siyasî, Jean Christoph û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blîko û Seroka Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê, Klarîs Pastor û şanda bi wan re kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de şanda Yekîtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li gotûbêjên navbera Hewlêr-Bexdayê kir. Şanda Yekîtiya Ewropayê herwiha hewlên Herêma Kurdistanê yên bo hewandin û parastina hejmareke zêde ya aware û penaberên destê terorê bilind nirxand û amadeyiya xwe bo piştevanîkirina Iraqê Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bêtir xurtkirina pêwendiyên du alî jî nîşan da.
Di vê hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wan serdan û hevakriyên mirovî û serbazî yên çend welatên Yekîtiya Ewropayê yên bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir, ku ew alîkarî berdewam bin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên du alî yên li gel welatên Yekîtiya Ewropayê di warên cuda cuda de kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, çend mijarên girêdayî rewşa Iraqê, pêwediyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên derketina terorê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rêgirtin ji wê metirsiyê û gotûbêjên aliyên siyasî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî: DAIŞ ji aliyê serbazî ve hatiye têkşikandin, lê metirsiyên wê li Iraqê û Sûriyê her mane
Di hevdîtibekê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê, herwiha proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Cîgirê Sekretatiya Giştî ya Yekîtiya Ewropayê bo karûbarên siyasî tevî amajedan bi rol û pêgeha serok Barzanî di proseya siyasî ya Iraqê de, diyar kir: atmosfêrekî erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çê bûye û ji bo Yekîtiya Ewropayê seqamgîriya Herêma Kurdistanê û baştirbûna pêwendiyên li gel Bexdayê giring e.
Têkildarî hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî Jean Christoph ragihand, Herêma Kurdistanê li ser rêyeke dirist pêngavan davêje û hêvî kir, ku Herêma Kurdistanê bibe mînakek bo cihên din ên navçeya Rojhilata Navîn.
Wî rayedarên Yekîtiya Ewropayê herwiha tekez kir, Yekîtiya Ewropayê amade ye bo alîkarî û hevkarî û dana şêwiran bi Herêma Kurdistanê di warên kargêrî û reform û darayiyê de.
Gefên terorê li ser ewlehiya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û serok Barzanî tevî amajedan bi qurbanîdana xelkê Kurdistanê di şerê terorê de, tekezî li ser wê yekê jî kir, ku pêşmerge bû ku bi qehremanî û canfîdayiya xwe efsaneya DAIŞê têk bir.
Serok Barzanî got, DAIŞ ji aliyê serbazî ve hatiye têkbirin, lê berlê hêj metirsiyên wê li Iraqê û Sûriyê her mane.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, behsa rewşa Sûriyê û pêşeroja gelê Kurd li wî welatî hate kirin û serok Barzanî ji şanda Yekîtiya Ewropayê re behsa nîgeraniyên xwe yên di derbarê pêşeroja gelê Kurd de, nerîn û pêşniyarên xwe yên derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd li Sûriyê û pêşhatên nû de kir.
Mesrûr Barzanî: Hevkariya Yekîtiya Ewropayê pêwsît e bo çareserkirina pirsên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê
Şanda Yekîtiya Ewropayê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Kurdistanê de, bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî re jî civiya.
Mesrûr Barzanî di civîna li gel vê şandê de behsa rewş û geşedanên navçeyê bi giştî û pêwnediyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê kir.
Derbarê geşedanên pêwnediyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî, Mesrûr Barzanî amaje bi destpêkirina qonaxa nû ya wan pêwendiyan kir û hêvî kir, ku bo çareserkirina pirsên hilawîstî yên navbera herdu aliyan di çarçoveya destûrê de zemîneyeke guncaw çê bibe, û ji bo vê pêngavê de jî hevkariya Yekîtiya Ewropayê bi pêwîst da zanîn.
Jen Christof amadeyiya xwe bo piştevaniya Herêma Kurdistanê di warên cuda de û bêtir xurtkirina pêwendiyanm ji bo pêwîstiyên Herêma Kurdistanê di warê reforman de nîşan da û hêvî kir, ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikeve.
Nirxandina metirsiyên derketina terorê û mekanîzma rûbirûbûna wan metirsiyan û gotûbêjên aliyên siyasî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyekê din ê hevdîtinê bû.
Rudaw
