Hejmarek ji çekdarên Mertala Firatê xwe radestî HSD dikin
Çekdarê Mertala Firatê yê bi navê Museb Husên ku li Xûtaya Şamê şerê rêjîma Sûriyê dikir dibêje: “Sivîlên bêguneh di van şeran de tên kuştin. Me dît jiyan li wê navçeyê nabe. bombe li kolanan tên çandin û digotin DAIŞê wiha dike, ji berê wê sedemê em hatin Minbicê.”
Çekdarê bi navê Casim Derwîş ku li Xûtaya Şamê şer dikir dibêje fermandarên wan ji dixwast ku şerê Kurdan bikin. Casim ji K24ê re got: “Diviyabû em şer Kurdan bikin û deverên di destê wan de bistînin. Ji me re digotin HSD terorist in û girêdayî rêjîma Sûriyê ne û ewlehî li wir tune ye.”
Herwiha Museb Husên dibêje: “Li wan navçeyan tu nikare bijî, yan divê tu çekdar bî yan dizî û zulmê bikî. Li vi rev tişt tune ye”
