PDK-S: PYD nikare careke din rejîmê bîne Herêmên Kurdî
Salih Cemîl Omer ji malpera ENKSê re da xuyakirin ku dê piştî dabînkirina ewlekariya herêmê ji aliyên wan hêzan ve proseya siyasî dest pê bike û li gor civînên Cenevreyê çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin.
Omer derbarê têkliyên PYD û PKKê jî got: "Tiştekî pir zehmete ku pêwendiyên PYDê ji PKKê û rêjîma Sûriyê bê birîn lê PYD nikare careke din rêjîmê bîne herêmên kurdî, ji ber ku li dijî vîna hevpeymaniya Navdewletî ye û rêjîm bixwe vê yekê dizane û razî nabe carek din vegere rojhlatê çemê Feratê bê razîbûna dewletên Hevpeymanê.”
