• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê baran û lehî

Gulan Media January 29, 2019 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê baran û lehî
Di nava 2 rojan de, bareneke berdewam bariya ye, li hinek cihan lehî rabûye. Li hinek cihan jî îro Sêşemê, weke bêhnvedana femî hatiye ragihandin.



Rêveberiya Seqanasiyî û Erdheja Herêma Kurdistanê ragihand, di 12 seetên bihorî de, zêdetirîn rêjeya baranê li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bariye û herî zêde jî li bajarê Pêncwênê ku 76 mm baran bariye û kêmtirîn rêje jî li Xaneqînê bûye ku tenê 6 mm bariye.



Qayimeqama Helebce, Nuxşe Nasih ji Rûdawê re da xuyakirin, ji ber pêla baranê bi biryara parêzgar, îro Sêşembî li tevahiya saziyên hikûmetê bêhnvedana fermî hatiye ragihandin, ji ber ku pêla baranê astengî ji bo hatin û çûnê çê kiriye.



Li navçeya Soran li parêzgeha Hewlêrê û navçeya Seyd Sadiq li parêzgeha Silêmaniyê jî lehî çê bûye.



Qayimeqamê Seyid Sadiq, Diyarî Refîq ji Rûdawê re ragihand: Lehiyê ziyan hebûne û ji ber lehiyê projeya Pira Kewlos a navbera Pêncwên - Seyd Sadiq têk çûye û gelek ji amûrên wê projeyên ku bûdceyeke mezin jê re hatibû terxankirin, di ber avê de çûne.



Her li gorî amarên Rêveberiya Seqanasiyî Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê 39 mm, li qeza Mêrgesorê 62 mm, li Hacî Omeranê 14 mm, li Duhokê 36 mm, li qeza Akrê 57 mm, li Zaxo 25 mm, li Silêmaniyê jî 27 mm, li qeza Pêncwênê 76 mm, li bajarokê Helşo 31 mm, li Kerkûkê 19 mm, li Xaneqîn 6 mm û li Xurmatûyê jî 12 mm baran bariye.

Rudaw
Top