• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka piştevaniya dostên xwe yên li navçeyê dê berdewam bike!

Gulan Media January 29, 2019 Nûçe
Amerîka piştevaniya dostên xwe yên li navçeyê dê berdewam bike!
Encûmena pîran ango senatoya Amerîkayê dixwaze proje yasayekê derbarê, berdewam kirina alîkarî û piştevaniya dostên xwe yên li rojhilata navîn, sepandina cezayên nû li ser Sûriyê, qahîm kirina alîkariya ewlehiyê bo Îsraîl û Urdinê, li gel şer kirina wan tevgerên daxwaza dûrketinê li Îsraîlê dikin û vekêşîna berhemanîn û sermayeya Îsraîlê dikin mijara serekî ya wê proje yasayê ye.

Proje yasaya li senatoya Amerîkayê duh ket dengdanê de, nakokî di navbera komarxwaz û demokratan de li ser derket. Bi taybet li ser hin bend û madeyên taybet ên derbarê ceza kirina aliyên daxwaza dest lêberdana ji Îsraîl û vekêşîna berhemanîna li wî welatî dikin bû mijara nakokiyan.

Aliye Demokrat berê jî û di dema daxistina beşeke hikûmetê de, astengî xistin ser derketina proje yasayê, lê piştî rêkeftina heftiya borî li ser dawî anîna daxistina hikûmetê û ragirtina kar, piraniya demokratan li senatoyê xwe dan aliyê komarxwazan, di piştevanî kirina pêdeçûna li ser proje yasayê.

Aşkeraye ku eger proje li senatoyê razîbûn li ser bê pêkanîn û bibe yasa, wê demê pêwîste encûmena nûneran jî, ku piraniya wan endamên demokratan in, projeyasayê bipejirîne.

Dervey wan çar mijarên li jor hatin ziman jî, wekîdin proje yasaya senatoya Amerîkayê de, hûrgiliyên din jî hene û bi taybet jî pirsa alîkariya dostên Amerîkayê li rojhilata navîn de, yek ji wan dostan jî kurd in û nêzîkî saleke Amerîka 25 dolar alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Basnews
Top