• Sunday, 15 February 2026
logo

Elî Bapîr: Ewa ku PKK li Başûr dike, ne kurdinî ye ne jî azadî!

Gulan Media January 29, 2019 Nûçe
Elî Bapîr: Ewa ku PKK li Başûr dike, ne kurdinî ye ne jî azadî!
Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr, nerazîbûna xwe li hember hebûna hêzên PKKê li Başrê Kurdistanê nîşan da û ragihand, tiştên ku PKK li Başûr dike ne dikeve çarçoveya kurdiniyê ne jî dikeve çarçoveya azadî û mafên mirov!

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, di vîdeoyekê de ku di malperên civakî de hatiye belavkirin, li ser hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan daye û gotiye: Em bi xwe welatê xwe birêve dibin vêca çima PKK dê ji Qendîl û Sûriyê re were û me birêve bibe!

Elî Bapîr behsa rewşa Şingalê û hêzên PKKê yên li wir jî kiriye û gotiye: Ma pêşmergeyên êzîdiyan nîne! Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê ji ber wê jî divê her hêza ku li wir hebe, bi rizamendî û mohleta Herêma Kurdistanê be. Eger ew (PKK) bêje ez va li vi rim û guh nadim ti kesî! nayê qebûlkirin.

Emîrê Komelê daye xuyakirin, ma kes dikare dema diçe Qendîlê, bêje ez guh nadim PKKê! Eger wisa bike PKK dê yekser nasnameya wî/wê jê bistîne… Ji ber wê jî ewa ku PKK dike, ne dikeve çarçoveya kurdiniyê ne jî dikeve çarçoveya azadî û mafên mirov.

Basnews
Top