Dîndar Doskî: Barzanî ti payeyekî wî jî nebe wek sembola tevgera rizgariya Kurdistanê tê dîtin!
Siyasetmedar û yek ji damezrînerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Dîndar Doskî ragehand: ‘’Di vê navçeya aloz û tejî li guhertin de, pêgeha herêma Kurdistanê xwedî roleke stratejik e. Bi taybet li Hewlêr wek dost û hevpeymanê Amerîkayê tê dîtin. Her ji ber wê hatina wan şandên dîplomatîk û ji hemûyan bêhtir jî hatina wezîrê derve yê Amerîkayê bo Kurdistanê, tê wateya ku Hewlêr û Serok Barzanî xwedî roleke mezin in û rêz ji wê rolê re tê girtin.’’
Doskî got: ‘’Barzanî serokê herêmê be yan na, her sembola tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ye, ji vê zêdetir jî Barzanî serokê partiyekê ye ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê partiya yekem e. Ji vê zêdetir jî Barzanî hemû temenê xwe de Pêşmerge bûye. Vê yekê jî wisa kiriye ku her aliyek vê rastiyê mûkir bên ku ew kevirê mihenk ê pirsa kurd e. Herwaha kevirê mihenk ê proseya siyasî ya Iraqê ye. Dema ew serokê herêma Kurdistanê bû jî wê payeyê ew mezin nekiribû, ew bê ku ew payeya wî hebe jî sembola Kurdistanê bû. Mesûd Barzanî serokê PDKê ye ku wê partiyê 70 sale rêberiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kiriye û naha jî dike. Ev jî tê wateya ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê ew kesayetekî mezin e û di ava kirina biryara rola zelal de serekî ye û ev yek li gel hemû aliyan jî aşkera ye.’’
Di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara Gulan a dawî de Doskî dibêje: ‘’Barzanî payeya wî hebe yan jî nebe her serdana wî dikin û wek sembola tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê tê dîtin. Kesayetekî li ser asta Kurdistanê û Iraqê û dewletên navçeyê de xwedî rola bi bandor e û kesayetekî cîhanî ye jî.’’
