• Sunday, 15 February 2026
logo

Waşington û Moskow guvaşan dixin ser Rêveberiya Xweser

Gulan Media January 28, 2019 Nûçe
Waşington û Moskow guvaşan dixin ser Rêveberiya Xweser
Di demekê de, ku mijara navçeya aram li dar e û ti asoyên çareseriya siyasî, ji bo rewşa Sûriyê ne diyar in, axavtin li ser dûbare-destpêkirina danûstandinan, di navbera Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hikûmeta Sûriyê de ne tenê li ser asta navxweyî, lê belê li ser asta herêmî û navdewletî, herwiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj germtir dibe.



Waşington ji Rêveberiya Xweser û MSDê dixwaze, ku lezê di danûstandinên ligel Şamê de neke, lê di heman demê de jî, bi fermî ti garantiyeke ciddî nedaye destê wan aliyan, ku xwe ji bo encamdana danûstandinan ragirin.



Li aliyekî din, Moskow xwe weke navbeynkar di navbera herdu aliyan de nîşan dide û daxwaz dike, ku ji bo danûstandinên ligel Şamê, Rêveberiya Xweser û MSDê hevahengiyê ligel Rûsyayê bikin, lê heta niha bi fermî ti garantî nedaye destê wan aliyan, ji bo ku ew di deriyê danûstandinan de, bi dilniyabûn û piştrastî derbasî hevîdtinan ligel Şamê bibin û têkevin danûstandinan.



Berdevkê Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Emced Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Nerîna MSDê li xalên ku Rêveberiya Xweser ji bo danûstandinan ragihandine, erênî ye, bi taybetî eger garantiyên navdewletî hebin, lê li beramber wan xalan, hikûmeta Sûriyê ti helwest nîşan nedaye.”



Emced Osman ji Rûdawê re got: “Heta niha hikûmeta Sûriyê, li beramber wan xalên Rêveberiya Xweser ti xal ji aliyê xwe ve ranegihandiye, herwiha ti projeya çareseriyê jî nîşan nedaye, di demekê de, ku Rêveberiya Xweser û MSDê bi ser danûstandin û diyalogê de vekirî ne, lê bi garantiyên navdewletî.”



Derbarê garantiyên navdewletî de jî, berdevkê MSDê ji Rûdawê re got, ku pirsa Sûriyê ketiye asteke navdewletî, lewma eger çi projeyên çareseriyê li derveyî îradeya navdewltî bê encamdan, dê serkevtinê nebîne, derbarê danûstandin û diyalogê de jî bi heman awayî.



Rêveberiya Xweser li ser danûstandinan rijd e, di demekê de ku helwesta hikûmeta Sûriyê derbarê xalên Rêveberiya Xweser de ji bo encamdana danûstandinan ne diyar e, êdî ji ber nebûna garantiyên navdewletî û nezelalbûna helwesta hikûmeta Sûriyê, astengî li pêşiya danûstandinan derdikevin.

Rudaw
Top