Waşington û Moskow guvaşan dixin ser Rêveberiya Xweser
Waşington ji Rêveberiya Xweser û MSDê dixwaze, ku lezê di danûstandinên ligel Şamê de neke, lê di heman demê de jî, bi fermî ti garantiyeke ciddî nedaye destê wan aliyan, ku xwe ji bo encamdana danûstandinan ragirin.
Li aliyekî din, Moskow xwe weke navbeynkar di navbera herdu aliyan de nîşan dide û daxwaz dike, ku ji bo danûstandinên ligel Şamê, Rêveberiya Xweser û MSDê hevahengiyê ligel Rûsyayê bikin, lê heta niha bi fermî ti garantî nedaye destê wan aliyan, ji bo ku ew di deriyê danûstandinan de, bi dilniyabûn û piştrastî derbasî hevîdtinan ligel Şamê bibin û têkevin danûstandinan.
Berdevkê Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Emced Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Nerîna MSDê li xalên ku Rêveberiya Xweser ji bo danûstandinan ragihandine, erênî ye, bi taybetî eger garantiyên navdewletî hebin, lê li beramber wan xalan, hikûmeta Sûriyê ti helwest nîşan nedaye.”
Emced Osman ji Rûdawê re got: “Heta niha hikûmeta Sûriyê, li beramber wan xalên Rêveberiya Xweser ti xal ji aliyê xwe ve ranegihandiye, herwiha ti projeya çareseriyê jî nîşan nedaye, di demekê de, ku Rêveberiya Xweser û MSDê bi ser danûstandin û diyalogê de vekirî ne, lê bi garantiyên navdewletî.”
Derbarê garantiyên navdewletî de jî, berdevkê MSDê ji Rûdawê re got, ku pirsa Sûriyê ketiye asteke navdewletî, lewma eger çi projeyên çareseriyê li derveyî îradeya navdewltî bê encamdan, dê serkevtinê nebîne, derbarê danûstandin û diyalogê de jî bi heman awayî.
Rêveberiya Xweser li ser danûstandinan rijd e, di demekê de ku helwesta hikûmeta Sûriyê derbarê xalên Rêveberiya Xweser de ji bo encamdana danûstandinan ne diyar e, êdî ji ber nebûna garantiyên navdewletî û nezelalbûna helwesta hikûmeta Sûriyê, astengî li pêşiya danûstandinan derdikevin.
Rudaw
