• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ji destdana Mîr Tehsîn Beg ziyaneke mezin e!

Gulan Media January 28, 2019 Nûçe
Serok Barzanî: Ji destdana Mîr Tehsîn Beg ziyaneke mezin e!
Serok Barzanî li ser wefat û koça dawî ya Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanî Mîr Tehsîn Beg peyameke serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî sibehiya roja dûşem 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata Mîr û kesayetiyên ola Êzîdî û hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û Cîhanê û her wiha li gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîkarim rûh û giyanê xwedê jêrazî Mîr Tehsîn bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Ji destdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezine ji bo xuşk û birayên Êzîdiyan û ji bo me hemû aliyekî ye. Li vir da hêvîdarîn bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê tejî kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.

Mesûd Barzanî
28.01.2019

Basnews
Top