PDK û YNKê derbarê pêkanîna hikûmetê dicivin
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, sibe Sêşemê şanda PDK û YNKê li Hewlêrê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asta bilind divicin.
Li gor zanyariyên wî jêderî, biryar e di civîna sibe de guftûgo derbarê mîkanîzma pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin û çendîn pirsên girîng ên pêwendîdar bi hikûmetê yekalî bikin.
