• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Cizîrê Azîz Serîm ê 75 salî bi cil û bergên xwe yên rengîn bala xelkê dikşîne

Gulan Media December 23, 2022 Corane
Li Cizîrê Azîz Serîm ê 75 salî bi cil û bergên xwe yên rengîn bala xelkê dikşîne

Azîz Serîm ê 75 salî yê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî 28 salan şofêrtiya taksiyê kir berî 5 salan xanenişîn bû, berî 10 salan jî biryar da ku cil û bergên rengîn li xwe bike.

Serîm di dolaba mala xwe ya li taxa Cûdî de bi dehan cil û bergên zer, porteqalî, sor, spî, bordo, kesk û şîn hene, Serîm ne tenê di kincên xwe de, di pêlavên xwe de jî van rengan tercîh dike.

Serîm ê ku ji aliyê derdora xwe wek "Apê Ezîz" tê naskirin û yên ku wî nas nakin jî wek "Zilamê Rengî" bi nav dikin, dema li navçeyê digere bala welatiyan dikşîne.

Top