• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hebûna PKK li deverên sinûrî sedema bombebarana Tirkiyê ye

Gulan Media January 28, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hebûna PKK li deverên sinûrî sedema bombebarana Tirkiyê ye
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Yekşem 2019-01-27 piştî civîna Encûmena Wezîran li konferanseka rojnamevanî behsa naveoka civînê û hin pirsên taybet bi rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr li despêkê got li civîna Encmena Wezîran, budceya Îraqê hate nirxandin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleka cidî ji bo çareser kirina pirsên leşkerî, darayî û netewî li çarçova destûra Îraqê daye. Heya niha me gavên baş havêtine. Li warê leşkerî civînên tevî Bexdayê berdewam in, me dujminekê hevpar heye û tirsa dubara serhilda DAIŞê heye, bi taybetî li parêzgehên Diyale, Musil û Kerkûkê.

Serokwezîr Barzanî derbarê budjeya Îraqê jî, spasiya Serokwezîrê vî welatî Dr. Adil Ebdulmehdî kir, ku her ji dema wergirtina serokatiya hikûmetê, têbînî yên me li ser yasa ya budjeyê ku ji aliyê Wezareta Darayî ji wan re hatiye şandin bi giringî wergirt û xiste nav budjeyê.

Serokwezîr di vê derbarê de got pirsgirêkên Herêmê tevî Bexdayê gelek in, lê eva ku niha heye li berawird tevî salên borî baştir bûye. Belkî li gor daxwaza me nebe, lê me ji bona çareser kirina pirsgirêkan gaveka berev pêş havêtiye.

Serokwezîr ji bo vê yekê jî rola foraksiyonên Kurdistanî li Parelemantoya Bexdayê ji bo berevanî kirin ji destkeftên Herêma Kurdistanê giring nirxand.

Serokwezîr bi amaje pêdan bi vê yekê ku budjeya niha ya Îraqê ji salên borî baştir e, spasiya Dr. Fuad Husên Wezîrê Darayî ya Îraqê kir û piştîvaniya xwe jî ji bo Hikûmeta Ebdulmehdî nîşanda ku Kikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî dixwaze pirsgirêkên tevî Bexdayê li gor destûra vî welatî çareser bike.

Serokwezîr herweha behsa serdana şendeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Dr. Elî Sindî Wezîrê Pilandananê ji bo Bexdayê kir, ku encameka baş hebû, bi taybetî nehêlana xalên gumrkî navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraqê, ku bandoreka baş bo ser bazirganî û geştiyariyê û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî heye.

Serokwezîr derbarê bûyera devera Şîladizê jî, bi xuya kirina hevxemiya xwe tevî birîndaran, sersaxî ji malbatên qurbaniyan xwest.

Barzanê di vê derbarê de got bûyereka nexweş bû. Siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê eva ye ku nabe bi çi awayekê axa Herêma Kurdistanê ji bo dijatiya welatên cîran bi kar bihê. Sedemê rûdana wan bûyeran ev e ku mixabin hin partî axa Herêma Kurdistanê ji bo çê kirina pirsgirêkan ji bo welatên cîran bi kar tînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanl bi çi awayekê vê yekê qebûl nake. Hevdem xwenîşandan mafê xelkê ye, ku divê bi yasa bihê rêxistin. Lê dema ku hewl dihê dan xwenîşandanên aştiyane ber tûndiyê biçe, bi çi awayekê cihê qebûl kirinê nine û em komîteyeka vekolînê li ser vê pirsê pêk tînin, ku nabe careka din bûyerên bi vê awayê dubare bibin.

Serokwezîr li bersiva pirsyarên rojnamevanan derbarê petrola Herêmêl û mûçe yên karmandên Herêma Kurdistanê di nava budceya Îraq de got: Herêma Kurdistanê û Bexdayê gelek pirsgirêk li ser sektora petrolê hene û budceya îsal derfetaka baş e ji bo çareser kirina pirsgirêkan. Eger Bexdayê li sala 2014 mûçe yên karmendên Kurdistan qût nikirba, em naçar nedibûn petrolê bifiroşin. Em hêvîdarin ev pirsgirêk tevî serokwezîrê nû yê Îraqê bihê çareser kirin. Derbarê paşkevt kirina mûçeyê karmendan ji karê pêşênê me nehêna paşkevt e û li gor dahat ev pirs dihê çaresr kirin.

Serokwezîr derbarê pêknaîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xuyakir danûstanên cidî navbera PDK û YNK , herweha navbera PDK û Goran ji bo pêkanîna kabûneya nû heye û biryar e civîneka din roja Sêşem bihê encamdan û bi piraktîk kar ji bo pêkanîna kabîneya nû destpê kiriye.

Serokwezîr li bersiva pirsyarekê derbar şehîd û birîndar bûna welatiyan li deverên sinûrî xuyakir cihên ku dihên bombe kirin, PKK lê ye û ew sedemê bombebaranê ne. Bersiva vê eva nine ku êrişê bikine ser bargahên leşkerî yên Tirkiyê li deverê. Lê divê tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihê behs kirin, û divê sedemên bombebaranê vê bihên çareser kirin, eger PKK li wan deveran nabe, çi sedemek ji bo bombebarana Tirkiyê namîne.

Serokwezîr derbarê hebûma hêzên Amerîkayî li Îraq û Herêma Kurdistanê jî got heya DAIŞ li vî wealtî hebe, hêzên Amerîkayî ji bo yarmetîdana hêzên Îraqî dimînin. Ji berku hêj tirsa dubare serhildana DAIŞ heye ji bîra me neçe ku DAIŞ haya derî yên Bexdayê çû û nêzîkê Hewlêrê jî bû û bi alîkariya hevpaymanan bi taybetî Amerîka DAIŞ şikist.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê hatina hêzên Amerîka ji Suryê ji bo Herêma Kurdistanê got heya niha çi hêzeka mezin ji Sûriyê nehatiye Herêma Kurdistanê.

Barzanê li bersiva pirsyarekê, ev yeke ret ku pêşiya hatin Serok komarê Îraqê bo Hewlêrê hatibe girtin û got çi pirsgirêkên kesî di vê pirsê de nine û me wek PDK metoda hilbijartina Serok komar bi baş nezniye, me dixwest Serok komar di nava firaksiyonên Kurdistanî bihê hilbijartin, ne ji derve bi dengên kesên din.


Top