• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya

Gulan Media January 28, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya
daxwaz ji Amerîka û dostên Îraqê kir daku bo çareser kirina kêşeyan rola xwe bilîzin
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îran û Îraqê Andrew Peek û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê têde beşdar bû, pêşhat û geşesendinên deverê, berfiretir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de her du alî tekezî li ser normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê a bi mebesta nedana derfetê û rê nedan bi dubare serhildana teror û aloziyan kirin.

Derbarê vê mijarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku lazime pêngavên çareser kirina rewşa wan deveran bi awayeke hevbeş û bi rêya dezgehên fermî û destûrî yên Îraq û Kurdistanê werin avêtin.

Di beşeke din ya civîna han de Andrew Peek eşkere kir ku pêgeha Kurdistanê ya ji bo aramiya deverê gelek girînge û tekezî li ser pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan û karê hevbeş kir.

Di dawiya civîna han de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêngavên damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşde çûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê weke qonaxeke nû bilêv kir û hêviya vê yekê xwest ku Amerîka û dostên din yên Îraqê roleke ektîftir bo çareser kirina kêşeyên heyî bilîzin.

Top