Li Xaneqînê DAIŞê êrîşî xaleke kontrolê kir!
Çalakvanê sivîl li Xaneqînê Serwer Elî ji BasNewsê re ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser xala Bextiyarî ya nêzîkî bajarê Xaneqînê û di encamê de 3 endamên asayişê û 2 polîs birîndar bûn.
Wê jêderî got ew xal, xaleke hevbeş a polîsê navxwe û asayiş Germiyan e û ji bajarê Xaneqînê ve ne dûr e, ji ber wê metirsî li cem xelkê Xaneqînê çê bûye, ji ber di dema şer de, dengê teqeyan li nava bajêr dihat bihîstin.
Bajarê Xaneqînê bajarokekî Kurdistanî ye û dikeve başûrê bajarê Kerkûkê û ser bi parêzgeha Diyala ve ye.
Basnews
