• Sunday, 15 February 2026
logo

Mexmûrî li Urdinê got: Barzanî dê mîna rêberê gelê Kurdistanê bimîne

Gulan Media January 27, 2019 Nûçe
Mexmûrî li Urdinê got: Barzanî dê mîna rêberê gelê Kurdistanê bimîne
Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Netewî û Demokrat ya Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî dibêje, Barzanî dê mîna referans û mezinê gelê Kurdistanê bimîne û roj bi roj jî bandora wî zêdetir dibe.

Duh êvarê li paytexta Urdin-Emmanê, semînarek bi navê “Rewşa Siyasî ya Kurdistanê û rola Serok Barzanî wek rêberê gelê Kurdistanê di niha û pêşerojê de” ji aliyê rojnameya Urdinî ya “El Distûr” ve hat lidarxistin.

Di semînarê de sekreterê giştî yê YNDKê Xefûr Mexmûrî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand, mijar û meseleya kurd û Kurdistanê êdî ji çarçoveya Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê de derketiye û derbasî asta cîhanî bûye. Ev jî mirov kêfxweş dike.

Xefûr Mexmûrî her wiha da xuyakirin, Serok Barzanî piştî ku bi partiyên siyasî û siyasetmedarên Kurdistanê re şêwirî, gihîşt wê baweriyê ku li ser esas û pirensîba “Mafê Çarenivîsê” û pîvanên mafên mirov, referandoma serxwebûnê bike da ku gelê Kurdistanê biryara xwe bide.

Wî siyasetmedarê kurd anî ziman ku yek ji pêngavên kirîtîk û mezin yên Barzanî, di dîroka jiyana wî ya siyasî de, encamdana referandoma serxwebûnê bû, ew jî cihê serfiraziyê ye.

Sekreterê giştî yê YNDKê behsa encamên referandomê jî kir û got, referandom gelekî serkeftî bû. Gelê Kurdistanê bi rêjeya %92.73 deng dan serxwebûna Kurdistanê. Ev jî mezintirîn serkeftin bû bo gelê Kurdistanê. Di qonaxa referandomê de Barzanî û gelê Kurdistanê dost û dijminên xwe baş nas kirin. Divê em vê bêjin ku Barzanî him di navxwe de him jî li Rojhilata Navîn û qada navdewletî de rastî xiyanetê hat.

Xefûr Mexmûrî behsa heyama serokatiya Barzanî jî kir û got, Serok Barzanî nehîşt parlementoya Kurdistanê heyama serokatiya wî dirêj bike. Ji ber wê jî ewê mîna rêber û referansê gelê Kurdistanê bimîne û roj bi roj jî bandora wî zêdetir dibe. Ew xwedan şexsiyeteka karîzmatîk e û bê guman karîzmaya wî dê roj bi roj bihêztir jî bibe.

Sekreterê giştî yê YNDKê bang li rewşenbîrên Urdinî kir piştevaniya gelê Kurdistanê bikin û got, divê rewşenbîrên ereb rewşa kurdan baş bixwînin û şirove bikin û bi zanetî pê re bidin û bistînin. Tenê serxwebûna Kurdistanê dikare pêşiya dubarebûna wan zilm û zordariyên ku hatine serê kurdan, bigire. Ji ber wê jî hêviya min ew e hûn alîkarî û piştevaniya kurdan bikin.

Piştî Mexmûrî, çend nivîskar û rewşenbîrên ereb jî gotarên xwe pêşkêş kirin. Di dawiya semînarê de pirtûka bi navê “Mesûd Barzanî; Sembola Pêşmergetî û Berevaniya Netewî” ya Xefûr Mexmûrî, hat îmzekirin û belavkirin.

Top