• Sunday, 15 February 2026
logo

Rêxistinên sivîl ên Duhokê daxwazekê arasteyî Tirkiye û PKKê dikin

Gulan Media January 27, 2019 Nûçe
Rêxistinên sivîl ên Duhokê daxwazekê arasteyî Tirkiye û PKKê dikin
Li Duhokê deh rêxistinên sivîl ên civakî ji Tirkiyê daxwaz dikin ku destdirêjiyên xwe yên li herêmê rawestîne û di heman demê de ji PKKê jî daxwaz dikin ku ji herêmê vekişe.



Di daxuyaniyekê de ku ji 10 xalan pêk tê û îmzeyên 10 rêxistinên sivîl ên Duhokê li ser in, bombebaranên Tirkiyê yên li herêmê hatiye şermezarkirin û ji Tirkiyê daxwaz dikin ku ew bombebaran were rawestandin daku xelkê sivilî nebin qurbanî.



10 rêxistin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku zextê li hikûmeta Iraqê bike ku rêkeftina xwe ya li gel Tirkiyê cardin di ber çavan re derbas bike ji bo dûrxistina baregehên xwe yên li nav axa Kurdistanê.



Ji Tirkiyê daxwaz dikin ku rêz li serweriya axa Kurdistanê bigrin û bi hincetên cur bi cur xelkê herêmê nekin armanc. Herwiha dibêjin: “Hebûna PKKê li herêmê, jiyana zêdetirî 480 gundên herêmê nehiştiye û xelkê wan gundan ji mal û milk bêpar kiriye û bandoreke xirab li ser aboriya geştyarî û çandiniya herêmê kiriye. Em daxwaz dikin ku bi rêya aştiyê ve hewldanên cidî werin dayîn ji bo dûrxistina PKK ji herêmê û xelk bikare vegere ser mal û gund û milkê xwe.”



10 rêxistin ji PKKê daxwaz dikin: “Ji bo berjwendiya giştî ya Kurdistanê û aramiya deverên sînorî, ji gund û milkê xelkê vekişin û derfet nedin ji artêşa Tirkiyê re ku zêdetir welatiyên deverê bike armanc ku heta niha zêdetirî 50 welatiyên deverên sînorî parêzgeha Duhokê ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane.”



Duh bi şev (26-01-2019) li Şêladzê li dijî bombebaranên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandenek hat lidarxistin. Xwepêşander çûn nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê û wesayîteke serbazî şewitandin. Di xwepêşandanan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn, yek ji wan birîndaran jî, ji hêzên ewlehiyê ye.

Rudaw
Top