Iraqê li ser rûdanên Şêladizê hişyarî da Tirkiyê
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li ser rûdanên devera Şêladizê, gazî balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yildiz kirine û nerazîbûna Iraqê li hember wan êriş û aloziyan nîşan dane.
Çend roj berê firokeyên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê, devera Şêladizê ya Duhokê bordûman kiribûn. Di encama wê êrişê de 4 sivîl şehîd bibûn.
Duh li Şêladizê xwepêşandanek li dijî wan êrişan û hebûna PKKê li wê deverê, hat lidarxistin. Lê hêzên Tirkiyê xwepêşander dan ber fîşekan, di encamê de kesek şehîd bû û 7 kes jî birîndar bûn.
Basnews
