Mistefa Cuma: Du welatên Kurd dijmin dibînin Edene îmze kiribûn
Endamê Polîtburoya PDK-S Mistefa Cuma da zanîn, berî sala 1998an PKK di sînor re diçû û dihat, peymana Edenê jî ji bo rêgirî li PKKê bû. Ew peyman niha dîsa di berjewendiya her du aliyan de, lê niha rêjîma Sûriyê dixwaze Tirkiye ji bo hin pirsên ewlekariyê derbasî Sûriyê bibe, lê ew naxwaze Tirkiye derbasî Efrîn, Cerablus, Bab û deverên din bibe.
Li ser danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de ya bi navbênkariya Moskoyê ve û vegera rêjîma bo Rojavayê Kurdistanê, Cuma got: Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, danûstandinên Cenêv, Sochi û Astanayê di astekî bilind de bûn, lê ev hemû biser neketin û niha heta astekê çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re hatiye rawestandin. Niha Amerîkî bi xurtî li Rojavayê Kurdistanê ye û Rûsya jî li Sûriyê, ev her du akter dikarin bersiva rast a Sûriyê bidin.
Li avakirina herêma bi ewle Cume got: Pirsa Kurdî bûye pirseke navdewletî, her çareseriyek divê ne di destê Tirkiye û Sûriyê de be, divê di wê herêma bi ewle de parastina Kurd bê gerentîkirin û biryareke navdewletî pê hebe.
Got: Heger PYD tevlî projeya netewî ya Kurdî ba, dê nîvê pirsgirêkan çareser bûbana. Projeya ENKS û PDK-Sê di hundirê wê de ew e, Rojavayê Kurdistanê herêma Kurdan e û Kurd netewê duyem e di Sûriyê de û mafê wê diyar in wek netewek me daxwaza Sûriyayeke federal kiriye û herêma Kurdistana Sûriya bê binavkirin û naskirin û hikûmet û parlemantoya wê hebe.
K24
