Nêçîrvan Barzanî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser budce ragihand
Nêçîrvan Barzanî ragihand, hemû hewl hatin dan ji bo pirsgirêkên bi Bexdayê re di çarçoveya destûrê de bêne çareserkiin û gavên baş hatin avêtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe derbirî û got: Me pêngavên baş derbas kirin, civînên bi Bexdayê re berdewam in, ji me her du yan re dijminekî hevbeş heye, ku DAIŞ e û tevgera wê niha heye, lê hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye.
Hevdem spasiya Serokwezîrê Iraqê kir, ku ji destpêka wergirtina postê xwe ve, têbîniyên Herêma Kurdistanê li ser budceya giştî ya sala 2019an bi girînî wergirt.
Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de Nêçîrvan Barzanî got: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gelek in, lê heger gavên niha li hemberê yên salên berê bên hevrûkirin, niha baştir e, dibe ku hemû daxwaz bicih nebûne, lê baştir e.
Derbarê bûyerên Şêladizê ragihand, Li vir hevxemî û hevsoziya xwe ji bo qurbanî û hemû birîndaran derdibirim. Ewê bûye, bûyereke gelekî nexweş bû. Tekeziyê li siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku nabe xaka Herêma Kurdistanê ji bo dijayetîkirin û êrîşkirina li ser welatên cîran bê bikaranîn.
Diyar kir jî: Sedema wê bûyerê ew e, ku hin partî ji nava xaka Herêma Kurdistanê ve êrîş ser welatekî ciran dikin. komîteke lêkolînê ji bo vê bûyerê pêk hatiye.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: Ta niha guftûgoyên cidî ji bo vê pirsê hene û roja Sêşema bê jî civînên din dibin.”
K24
