• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Rihayê şerê sê birayan: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Gulan Media December 21, 2022 Civakî
Li Rihayê şerê sê birayan: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

 Li navçeya Karakopru ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 3 birayan ji ber pirsgirêka erd şerê hev kirin û di encam de birayek hat kuştin û du bira jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan doh bi şev 20ê Kanûna 2022ê li Taxa Maşûqê ya Karakopru her sê birayên bi navên F.Ş., E.Ş. û Î.Ş. ji ber pirsgirêka erd şerê hev kirin.

Her sê birayan bi guleyan êrîşî hev kirin û di encam de her sê jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

F.Ş. û E.Ş. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin û Î.Ş. jî bi mînîbusekê ji cihê bûyerê reviya û li Kolana Ataturk li mînîbuseke din da û rawestiya. Li ser agahdarkirinê ew jî bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê E.Ş. canê xwe ji dest da.

 

Rudaw

Top