• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan derbarê bûyera Şeladizê axivî

Gulan Media January 27, 2019 Nûçe
Erdogan derbarê bûyera Şeladizê axivî
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê xwepêşandan û bûyerên îro yên Şeladizê axivî. Erdogan got:” Xwestin şaşiyekê bikin balafirên me rabûn neçar man belav bibin.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li bajarê Dîlokê derbarê bûyeran de diyar kir ku dema hilbijratinan PKK hin amadekariyan dike û got, “Êdî ev bikêr nayên. Îro li aliyê Iraqê xwestin şaşiyekê bikin. Balafirên me rabûn û hemû neçar man belav bibin.”

Îro şemiyê li bajarê Şeladizê li bajarê Amediyê xelkê sivîl jiber qurbaniyên şerê PKKê û Tirkiyê xwepêşandan kirin. Di encama xwepêşandanê de pevçûn di navbera binkeya leşkerên Tirkiyê û xelkê sivîl de rû da. Di encama rûdanê de 10 sivîl birîndar bûn 2 kes jî mirin.

Demeke dirêje jiber şerê di navbera PKKê – Tirkiyê de Tirkiyê êrîşî dorûbera Amediyê dike. Di êrîşa herî dawî ya Tirkiyê de 4 sivîl bibûn qurbanî û 2 kes jî wenda bibûn.

Basnews
Top