Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Bi handana PKKê êrîş li baregeha me hat kirin
Îro Şemiyê (26.01.2019) piştî nîvro li Nahiya Şêladzê ya navçeya Amêdiyê xwepêşandan li dijî bombebarankirina navçeyên wan ji aliyê Tirkiyê ve birêve çû.
Wezareta Derevanya Tirkiyê derbarê xwepêşandanê de li ser Twîttirê daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Derevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje ji ber handana PKKê êrîş li ser bingeha serbazî ya Tirkiyê li Başûr Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber provakasyona PKKê li ser bingeheke serbazî ya li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) êriş hat kirin. Di encama êrişê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan. Derbarê bûyerê de tedbîrên pêwsît li hember wê yekê hatine standin.”
Li Şêladizê xwepêşandan li dijî bombebarana deverên wan ji aliyê Tirkiyê birêve çû, Xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li vî sînorî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 10 xwepêşanderên dib birîndar bûn.
Rudaw
