Mesrûr Barzanî: Pesendkirina bûdçeya giştî ya Iraqê pêngaveke erênî ye
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê (26.01.2019) pêşwazî li şandeke dîplomatîkî ya Brîtanî a bi serokatiya Wezîrê Wezîrê Brîtanyayê bo karubarên Rojhilata Navîn Bakurî û Afrîqayê Alstair Burt kir. Balyozê Birîtanya li Iraqê û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê û nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanya di civînê de amade bûn.
Di civînê de ku Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê û Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, behsa pêşhat û geşedanê deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa pêşdeçûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê jî hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî pejrandina proje bûdceya giştî ya Iraqê weke pêngaveke erênî bilêv kir û anî ziman ku ev yek dibe hander bo çareserkirina kêşeyên rawestiyane.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku pêwîst e bo li hevnêzkirina zêdetir a herdu aliyan û çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîze.
Di beşeke din a civînê de Alistair Burt behsa vê yekê kir ku Brîtanya li ser bihêzkirin û berfirehkirina têkiliyên du alî berdewam dibe.
Burt herwiha anî ziman ku Brîtanya piştgîriya hemahengiya zêdetir a di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Herêma Kurdistanê dike ji bo ku derfet ji dubare serhildana DAIŞê neyê afirandin û derfeta rêkeftineke siyasî li ser esasê destûrê bo çareserkirina kêşeyên heyî li deverê de were dabînkirin.
Rudaw
