Nêrçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu bûyerên Şêladzê gotûbêj kirin
Li gor agahiyên berdest Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî bûyerên navçeya Şêladzê gotûbêj kirin.
Barzanî di peywendiya telefonî de diyar kir ku dezgehên pêwendîdar bi hûrî lêkolînê derbarê bûyerê de dikin û tedbîrên pêwîst hatine standin.
Îro Şemiyê (26.01.2019) li Şêladizê xwepêşandan li dijî bombebarana deverên wan ji aliyê Tirkiyê birêve çû, Xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li vî sînorî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 15 kesên din birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Wezareta Derevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje ji ber handana PKKê êrîş li ser bingeha serbazî ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan.
Di daxuyaniyê Wezareta Derevaniya Tirkiyê de wiha hat gotin: “Ji ber provakasyona PKKê li ser bingeheke serbazî ya li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) êriş hat kirin. Di encama êrişê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan. Derbarê bûyerê de tedbîrên pêwsît li hember wê yekê hatine standin.”
23ê vê mehê balafirên şer ên Tirkiyê di bombebaranên ciyawaz de li devera Amêdiyê şeş welatiyên sivîl kirin qurbanî.
Li sînorê navçeya Amêdiyê di nav du salan de ji ber bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyê, 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
