• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li Şêladzê de daxuyaniyek belav kir

Gulan Media January 26, 2019 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li Şêladzê de daxuyaniyek belav kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê bûyerên navçeya Şêladzê de ragihand ku destekî fitneçî li pişt vê bûyerê heye û fitneçî dê werin cezakirin.



Îro Şemiyê (26.01.2019) li Şêladizê xwepêşandan li dijî bombebarana deverên wan ji aliyê Tirkiyê birêve çû, Xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li vî sînorî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 15 kesên din birîndar bûn.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li Şêladzê de daxuyaniyek belav kir



Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: “Em dilgiran in ji bo ziyana canî û birîndaran di bûyerên navçeya Şêladizê de. Tevî sersaxiyê, em hevsoziya xwe li gel malbatên qurbaniyan radigehînin.”



Hikûmeta Kurdistanê herwiha dibêje: “Destekî fitneçî li pişt vê bûyerê heye, lewra dezgehên pêwendîdar bi hûrî lêkolînê dikin û sebebkarên aloziyan û fitneçî dê werin cezakirin.”

Rudaw
Top