• Sunday, 15 February 2026
logo

Di xwepêşanda Şêladzê de xwepêşanderekî canê xwe ji dest da û 15 kesên din jî birîndar bûn

Gulan Media January 26, 2019 Nûçe
Di xwepêşanda Şêladzê de xwepêşanderekî canê xwe ji dest da û 15 kesên din jî birîndar bûn
Li Şêladzê xwepêşandan li dijî bombebarankirina navçeyên wan ji aliyê Tirkiyê ve birêve çû. Xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li vî sînorî û di encamê de xwepêşanderekî canê xwe ji dest daye û 15 kesên din jî birîndar bûn. Yek ji wan bi ser hêzên asayişa Herêma Kurdistanê ve ye.



Peyamnêrê Rûdawê li cihê xwepêşandanê ragihand: Piştî ku welatiyên Şêladzê li navenda vî bajarokî xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî bombebarana vê dawiyê ya hêzên Tirkiyê bo ser navçeyê encam dan, xwepêşandan ji demjimêr 14:00 heta 15:00 bi awayekê aram berdewam bû, û çend gotar hatin xwednin û du beyannamey jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin xwendin.



Peyamnêrê Rûdawê li Şêladzê herwiha got, piştî xwednina gotaran, daxwaz ji xwepêşanderan hat kirin ku dawî li xwepêşandanê bînin, ji ber ku wan peyama xwe gihand, lê belê beşek ji xwepêşanderan ber bi Komelgeha Sîrê ve çûn, ku serbazegeheke artêşa Tirkiyê li vê derê ye û derbasî nav serbazgehê bûn û agir berdane beşek ji wê serbazgehê.



Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ji ber derketina alzoiya di navbera xwepêşanderan û hêzên Tirkiyê de xwepêşanderekî canê xwe ji dest da û ligel kesekî bi ser asayişa Kurdistanê ve 14 xwepêşander birîndar bûn, lê belê xwepêşander bi gulle birîndar nebûne, û ji ber gazê û têldiran birîndar bûne.



Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, li gor zanyariyan ti xwepêşanderek ji ber gulleyan birîndar nebûne, tevî ku serbazan çend teqeyên esmanî jî kirin.



Rêvebirê Tendirustiya Amêdiyê Dr. Necîb Seîd jî derbarê hejmara birîndarên xwepêşandarên li Şêladzê de ji Rûdawê re got: “Heta niha 11 xwepêşander birîndar bûne, lê birîna piraniyan sivik e.



Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand, serbazan bi xwe agir li nav serbazgehê hil kirine, herwiha çend xwepêşanderan jî agir li çend odeyên nîzîkî têldirên dora serbazgehê berdane û hewl dane, ku agir li du tankan jî berdin.



Piştî wan aloziyan, hêzeke zêde ya Pêşmerge gihîşte cihê bûyere û niha rewş aram bûye.




Wezareta Tirkiyê: Bi handana PKK êrîşî baregehên me hatiye kirin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li herêma Şêladzê de ragihand ku bi handana PKK êrşî baregehên me hatiye kirin.



Wezareta Derevanya Tirkiyê derbarê xwepêşandanê de li ser Twîttirê daxuyaniyek belav kir.



Wezareta Derevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje ji ber handana PKKê êrîş li ser bingeha serbazî ya Tirkiyê li Başûr Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan.



Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber provakasyona PKKê li ser bingeheke serbazî ya li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) êriş hat kirin. Di encama êrişê de ziyan gihaye beşek ji otomobîl û kelûpelan. Derbarê bûyerê de tedbîrên pêwsît li hember wê yekê hatine standin.”


23ê vê mehê balafirên şer ên Tirkiyê di bombebaranên ciyawaz de li devera Amêdiyê şeş welatiyên sivîl kirin qurbanî.



Li sînorê navçeya Amêdiyê di nav du salan de ji ber bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyê, 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top