• Sunday, 15 February 2026
logo

Ti partiyek Kurdistanê Sîrwe Ebdulwahîd nagre navxwe!

Gulan Media January 26, 2019 Nûçe
Ti partiyek Kurdistanê Sîrwe Ebdulwahîd nagre navxwe!
Ti aliyeke Kurdistanî amade nîne jin a seroka berê ya fraksiyana Tevgera Gorran a li parlamentoya Iraqê û xwîşka serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd, Sîrwe Ebdulwahîd nagre navxwe, ji ber wê jî bi naçarî peyvendî bi hevpeymaniyekî Iraqê ve pêkanî ye.

Li gor zanyariyên BasNewsê, piştî k udi dema borî de ji ber helwêst û karkirina wê ya dualî ya hem ji bo Şasiwar Ebdulwahîd û hem ji bo Gorran, di nav Gorran hate dûrxistin. Ji ber wê Sîrwe Ebdulwahîd bêhêvî bûye, ji ber wê jî nikare li gel ti aliyeke Kurdistanî cîhê xwe bigre û bi naçarî peyvendî li gel hevpeymaniya Çaksazî û Avakirinê ragehandiye.

Her li gor zanyariyên BasNewsê Hevpeymaniya Çaksazî û Ava kirine ku ji gelek partî û hevpeymaniyan pêktê û ji lîsteya mezin a Iraqê ye, ji ber wê jî ew hevpeymanî giringiyek wisa zêde nade peyvendî kirina Sîrwe Ebdulwahîd û naha tenê li civînek hevpeymaniyê de beşdarî kirine.

Berî naha Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Çalak Muhendîs ji BasNewsê re ragehand, berê jî Sîrwe Ebdulwahîd di helbijartineke ne rewa de bû seroka fraksiyona Gorran a parlamentoya Iraqê. Herwaha payeya endama civata niştimanî ya Tevgera Gorran. Lê ‘’Tenê du civînên endama civata niştimanî bû, piştre me ew paye jê wergirt.’’

Basnews
Top