Iraqê deriyek di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de daxist
Çavkaniyek ji qeza Şingalê taybet ji BasNewsê re ragehand ku, dema DAIŞê êrîşî Şingalê kir di sala 2014an de kurdên êzdî reviyan û çûn Sûriyê û li kampa Newroz bicih bûn, eve çend rojin hejmareke mezin ji kurdên êzdî ji ber rewşa xwe ya xirab di wê kampê de hatine ber wî derî lê artêşa Iraqê ew derî girtiye.
Ji aliyê xwe qaymeqamê qeza Şingalê Mehme Xelîl taybet ji BasNewsê re ragehand ku, ew derî ji aliyê PKKê ve hatibû vekirin û ne yasayî bû lewma ji aliyê artêşa Iraqê ve hat girtin.
Mehme Xelîl da zanîn ku, nabe her kesek ji aliyê xwe ve deriyek yan xaleke gumrikê veke û ew derî ne rewa bû û ti pêwendiya me pêre nebû.
Basnews
