Serokwezîr digel şandeya Civata Dadweriyê ya Brîtanyayê dicive
Di civînê de ku, Bengîn Qasim serokê Civata Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, Bextiya Qazî serokê Sandîkaya Parêzeran û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxadin.
Şandeya mêvan berheviya xwe nîşan da ku digel Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê hevahengiyê bikin û piştgiriya rola yasa, dadwerî û bihêzkirina dadgehan li Herêma Kurdistanê di warê teknîkî û rahînana dadweran li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê de bikin, ev jî bi armanca baştir birêvebirina dosyeyên terorê û serbixweya desthelata dadwerî û serweriya yasa li Herêma Kurdistan û Îraqê ye.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya navborî kir û hêvî xwest ku encûmena wan bi hevkarî û hevahengî digel Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê kar ji bona zêdetir pêşvebirina warê yasa û dadweriyê li Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku Brîtanya di warê serweriya yasa û dadweriyê da xwedî tecrûbeyek dûr û dirêj û saxlem e, û divê çarçoveyê da, ji bona berdewamî û zêdetir bihêzkirina têkeliyên di warê dadweriyê da di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê da, hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya hemû hêsankariyan bike.
Pêşhatên herêmî û çend pirsên peywendîdar bi têkeliyên anvebra Herêma Kurdistan û Brîtanyayê da çend mijarên din yên civînê bûn.
