Artêşa Tirkiyeyê Til Refat bordiman kir
Çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê kiriye ku topxaneyên artêşa Tirkiyeyê mevzî û pêgehên YPGê yên li Til Refatê bi tundî topbaran kiriye.
Til Refat li başûrê Rojhilatê Efrînê ye û piştî operasiyona dagîr kirina Efrînê artêşa Tirkiyeyê û komîn cîhadî çend caran êrîşî ser Til Refatê kirin lêbelê nikarîn dagîr bikin.
K24
