Firksiyona PDKê bi tundî bombebarana Tirkiyê şermezar kir
Firksiyona PDKê di daxuyaniya xwe de got: “Mixabin careke din û ji ber bombebarankirina Tirkiyê ji navçeyên sînorî yên nêzîkî bajarokê Dêrlokê yê ser bi Amêdiyê re, du welatî şehîd bûn û çarenivîsa du kesên din jî ne diyar in.”
Firksiyona PDKê di daxuyaniyê de serxweşî li malbatên wan şehîdan kir û hêviya diyarbûna çarenivîsa kesên windayî xwast û bombebarankirin şermezar kir û got:“Careke din li ser helwesta xwe ya neguhêr tekez dikin, ku bombebarankirina xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê ti bihaneyekê nayê qebûlkirin û bi tundî wê şermezar dikin.”
Di dawiyê de jî Firksiyona PDKê got: “Pêwîst e ew hêzên bûne bihaneya bombebarkirinê, pirsgirêkên xwe nekin sedemek ku êdî xelkê sivîl û gundiyên Herma Kurdistanê bibin qurbanî.”
Duh êvarê firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê yên li navçeyên sînorî yê devera Amêdiyê bombebaran kirin û di encamê de du welatiyên sivîl li geliyê Reşava şehîd bûn û çarenivîsa du welatiyên din jî ne diyar e.
K24
