Erdogan û Putin hatin ba hev
Hat ragihandin ku hevdîtina herdu serokan li Koşka Kremlînê di saet 17.40î de dest pê kir, Erdogan û Putin berî destpêkirina hevdîtinê daxuyaneke kurt dan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Lûtkeyên sêalî yên ku me bi Astanayê re da destpêkirin, çi Soçî çi Enqere çi Tehran, van bi rastî bala cîhanê kişand. Dîsan li gel van hevdîtinan ez bawer im dê berdewamiya vê pêvajoyê jî dê sûdmend be.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî amaje bi hevdîtinên xwe yên li pey hev ên ligel Erdogan kir got: “Dostê min ê hêja Erdogan, hatina têkiliyên di navbera welatên me de bo vê astê bi saya we ye.”
Rudaw
