• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Dijeterorê yên Iraqê ji Kerkûkê vedikişin

Gulan Media January 24, 2019 Nûçe
Hêzên Dijeterorê yên Iraqê ji Kerkûkê vedikişin
Fermandeyîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, Lîwaya 16 a Firqeya Taybet a ser bi Encûmena Wezîran a Iraqê li cihê hêzên Dijeterorê ewlehiya Kerkûkê diparêze.



Di daxuyaniyekê de, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kir: “Hêzên Dijeterorê bo dema salekê bo parastina ewlehî û aramiya parêzgeha Kerkûkê hatibû erkdarkirin. Di vê çarçaoveyê de baştirîn ast pêşkêş kirine û alîkar bûn, ew yek jî bi rêya encamdana çend operasyonên serkevtî li vê parêzgehê. Ji ber vê sedemê Fermandarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû serbazên endamê Dijeterorê dike.”



Her li gor vê daxuyaniyê, “li ser fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê, biryar hat dayîn ku erk û berpirsatiya ewlehiya parêzgeha Kerkûkê bo yekîneyên serbazî yên Lîwaya 16 a Firqeya Taybet bê spartin û ev lîwa jî di çarçoveya yekîneyên serbazî yên serokatiyê nînin, weke ku hinek medyayan wiha belav kirine.”



Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ew hêza Lîwaya 16, dê operasyonên çavdêrîkirin û kontrolkirina berfireh li parêzgehê pêk bînin, ew jî bi armanca bicihanîna erkên xwe yên di çarçoveya planên xêzkirî yên li gor fermanên Fermandariya Operasyonên Hevbeş de û di demeke herî nêzîk de jî dê hêzên xwe belav bike.”

Rudaw
Top