• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerika: Nashville zimanê Kurdî dixe rêbaza dibistanan

Gulan Media January 24, 2019 Nûçe
Amerika: Nashville zimanê Kurdî dixe rêbaza dibistanan
Bajarê Nashvîlle yê Amerîka zimanê Kurdî dixe rêbaza dibistanan de.

Desteya Rêveberiya Dibistanên Giştî yên ser bi bajarê Nashvîll, biryar da, bi fermî zimanê Kurdî bixe rêbaza dibistanan de.

Bajarê Nashvîll ser bi wîlayeta Tênes ya Amerîka ye û yek ji wan bajaran e, ku hejmarek zêde ya Kurdan lê dijin û bi Kurdistanek biçûk tê binavkirin. Ji ber vê yekê, dibistanên wî bajarî biryar dan e, ku zimanê Kurdî bixin rêbazên xwe de. Her di wê derbarê de Nûnera herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman di twittekê de nivîsandiye, ku ev biryar giring e û niha çav liser wê yekê ye, ku berpirsên wê wîlayetê, vê biryarê bipejirîn in.

K24
Top