• Sunday, 15 February 2026
logo

Geştên Esmanî di navbera Hewlêr û Entabê de dest pê dikin

Gulan Media January 24, 2019 Nûçe
Geştên Esmanî di navbera Hewlêr û Entabê de dest pê dikin
Biryare di meha bê de Kompaniya Pegasus Airlines a Tirkî dest bi geştên esmanî di navbera Hewlêr û Entabê de bike û di heftiyê de 2 geşt hebin.

Ajansa nûçeyê Tirkiyê AAyê li ser zarê çavkaniyekî ji kompaniya Pegasusê ragehand ku, di 14ê Şubata bê de yekem geşta esmanî ji bajarê Entabê li bakurê Kurdistanê bo Hewlêrê dest pê dike.

Herwiha li gor heman çavkaniyê bilêta geşta esmanî di navbera Entab – Hewlêr ji 99 dolar û 99 sent destpê dikem herwiha geşt demijmêr 9:10 û di rojên Sêşem û Pênşem ji firokxaneya Entab bo firoxaneya Hewlêr têne pêkanîn.

Basnews
Top