Mûçeyê Pêşmerge û fermanberên Herêmê di bûdceya Iraqê de misoger bû
Di kongreyeke rojnamevanî de Seroka Firakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr.Viyan Sebrî got ku, bi hewla hemû parlamentarên kurd di nav hemû firakisyonan me karî dengê belê li ser madeya 10 ya bûdceyê bidestbixin ku, mûçeyê pêşmerge û fermanberên Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de misoger dike.
Seroka Firakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr.Viyan Sebrî got jî ev yeke destkeftineke mezine û berhemê karê hemû firakisyonan ye.
Waar.tv
