Artêşa Tirkiyeyê du welatiyên Kurd kuştin
Qaîmqamê Şêladizê Îsmaîl Mistefa ji Kurdistantvê re ragihand ku balefirên artêşa Tirkiyeyê geliya Reşave ya ser bi Dêrelokê bordiman kirine û di encama bordimana han de du welatiyên medenî şehîd bûne û du welatiyên din jî wenda bûne.
Nav hatî diyar kiriye ku ev her çar kesên han medenî bûne û du ji wan xelkê Şêladizê û duyên din jî xelkê Amêdiyê ne.
