Rêbwar Talebanî: Posta parêzgariya Kerkûkê pişka PDKê ye
Serokê encumena parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re gotiye, rewşa ku niha Kerkûk tê de ye, awarte û ne qanûnî ye. Ji ber ku Kerkûk ji aliyê rêveberiyeka serbazî ve tê îdarekirin. Kerkûk mîna serbazgeheka mezin e ku tê de azadî nîne.
Rêbwar Talebanî her wiha gotiye, ew li bendê ne serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hêzên çekdar ji nav Kerkûkê derxîne û rewşa bajêr normal bike.
Li ser vegera xwe bo Kerkûkê jî Talebanî gotiye, heta rewşa Kerkûkê normal nebe û parastina jiyana wî garantî nebe, ew venagere Kerkûkê.
Li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê jî serokê encumena Kerkûkê gotiye, eger pîvana destnîşankirina parêzgarê nû, hilbijartin û deng be wê çaxê posta parêzgariya Kerkûkê dibe pişka PDKê. Lê eger pîvan giraniya siyasî be, ew tiştekî din e.
Basnews
