• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiyê geştên asmanî yên bo Silêmaniyê paş xist

Gulan Media January 23, 2019 Nûçe
Tirkiyê geştên asmanî yên bo Silêmaniyê paş xist
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahit Turhan ragihand ku qedexeya geştên asmanî ya di navbera Tirkiye û bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê de di 25ê vê mehê radibe.



Derbarê qedexeya geştên asmanî yên di navbera Tirkiyê û Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê de Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahit Turhan daxuyaniyek da.



Cahit Turhan wiha got: "Qedexeya geştên asmanî ya Silêmaniyê dê di 25ê Çileyê de bê rakirin. Di navbera Stenbol-Silêmaniyeyê de heftane dê 7 geştên asmanî bên kirin.”

Rudaw
Top