• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî Gorran: Eger wisa bibe sîstema du hikûmetî li Başûr namîne

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Berpirsekî Gorran: Eger wisa bibe sîstema du hikûmetî li Başûr namîne
Endamekî civata niştimanî ya Gorranê dibêje, eger posta cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê bibe pişka Gorranê wê çaxê sîstema du hikûmetiyê li Başûrê Kurdistanê namîne.

Endamê civata niştimanî ya Gorranê û berpirsê navenda Gorranê li Hewlêrê, Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re got, eger em beşdarî hikûmetê bûn wê çaxê bila pişka me çi ye, bidin me. Ne kêm ne jî zêde.

Hêmin Şêxanî her wiha got, eger posta cîgirê serokê hikûmetê bidin me ez bawer im sîstema du hikûmetî namîne. Ji ber ku Gorran dê xizmetek baş bike.

Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku hêviya wan ew e PDK bi awayekî adilane bi partiyên ku dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, re reftar bike.

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber nakokiyên navbera PDK û YNKê, gelek caran Hewlêr bi serê xwe hikûmetdariyê dike û Silêmanî jî bi serê xwe. Ji ber wê jî di nav xelkê de ev rewş wek sîstema du hikûmetî tê bi navkirin.

Basnews
Top