• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Davosê ti panêlek nedane Berhem Salih

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Li Davosê ti panêlek nedane Berhem Salih
Bo beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanî ku salane li Davos a Swîsreyê tê encamdan, biryar bû Iraq bi du şandên cuda beşdar bibe, lê belê Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê dibêje, Berhem Salih beşdarî di korbendê de nake.



Li gor belavokên Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê ya sala 2019, her yek ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên aborî Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm di korbenda îsal a Davosê de beşdar in.



Li gor vê bernameya ku heta niha di derbarê çalakî û panêlên Korbenda Davos 2019 de hatine belavkirin, tenê ji Fuad Husên û Mihemed Hekîm re panêl hatine diyarkirin û ti beşdariyek û panêlek nedane Serokomarê Iraqê Berhem Salih, lewma Berhem Salih biryar daye, ku beşdarî korbendê nebe.



Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê, Loqman Feylî di derbarê serdana Berhem Salih a bo Davosê de ragihand, biryar bû Serokomarê Iraqê beşdariyê di Korbenda Davosê de bike, lê belê ji ber hestyariya rewşa Iraqê û navçeyê, wî serdana xwe hilweşandiye.



Roja (24-01-2019) Fuad Husên weke nûnerê Iraqê li gel hevtayê xwe yê Erebistana Siûdiyê di panêlekê de li Davosê di derbarê rola welatên Asya û Rojhilata Navîn de diaxivin.



Her heman rojê Wezîrê Derve yê Iraqê, Mihemed Hekîm li gel hevtayê xwe yê Urdinî di panêlekê de beşdar dibe û derbarê ewlehiya Rojhilata Navîn de diaxivin.



Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê îro Sêşembî 22ê Çileya 2019an li Swîsreyê dest pê kir, lê di korbenda îsal çend serok û serkirdeyên giring ên cîhanê, ji wan Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokê Fransayê Emmaneul Macron beşdar nabin.



Rudaw
Top