• Sunday, 15 February 2026
logo

Zûmar – Li deverên ku di destê Pêşmerge de ne, jiyan normal bûye

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Zûmar – Li deverên ku di destê Pêşmerge de ne, jiyan normal bûye
Berpirsekî PDKê dibêje, ew cihên ku li Zumar û Sihêla di destê Pêşmerge de ne, jiyan normal bûye lê cihên di destê Heşda Şeibî de wêran in.

Berpirsê PDKê li bajarokê Zumar yê Mûsilê, Hesen Xelo ji BasNewsê re got, piştî ku bajarokên Zumar û Sihêla ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin, xelkê wan deveran vegeriyan ser cih û warê xwe.

Hesen Xelo her wiha got, lê ew cihên ku di destê Heşda Şeibî de ne, kavilkirî û vala ne û ti kes venegeriyaye.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, li devera Zumar tenê du gund di destê Heşda Şeibî de mane û got, xelkê wan gundan newêrin ji tirsa Heşda Şeibî vegegerin. Bexda jî alîkarî nake. Ew deverên ku di destê Pêşmerge de ne, aram û avedan in.



Basnews
Top