Zûmar – Li deverên ku di destê Pêşmerge de ne, jiyan normal bûye
Berpirsê PDKê li bajarokê Zumar yê Mûsilê, Hesen Xelo ji BasNewsê re got, piştî ku bajarokên Zumar û Sihêla ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin, xelkê wan deveran vegeriyan ser cih û warê xwe.
Hesen Xelo her wiha got, lê ew cihên ku di destê Heşda Şeibî de ne, kavilkirî û vala ne û ti kes venegeriyaye.
Wî berpirsê PDKê da zanîn, li devera Zumar tenê du gund di destê Heşda Şeibî de mane û got, xelkê wan gundan newêrin ji tirsa Heşda Şeibî vegegerin. Bexda jî alîkarî nake. Ew deverên ku di destê Pêşmerge de ne, aram û avedan in.
Basnews
