• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amedê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

Gulan Media December 13, 2022 Civakî
Li Amedê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Di demekê de ku mijara zewicandina zarokeke 6 salî di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ye û bi rojan e li parlamantoyê ev mijar tê gotubêj kirin, li Amedê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 4ê Kanûnê mêrê bi navê S.G yê ku bi mehra mela ligel hevjîna xwe Gulcan Atar zewicî bû, ji ber sedemek nayê zanîn gule li hevjîna xwe reşandibûn û ew giran birîndar kiribû.

Gulcana ku ji wê demê ve heta niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin doh êvarî 12ê Kanûnê canê xwe ji dest da. Lê heta niha hevjînê wê nehatiye girtin ku piştî bûyerê reviya bû.

 

Rudaw

Top