Di budçeya Iraqê de 6 milyar dînar bo 4 bajarên Kurdistanê misoger bû
Endamê Komîteya Darayî û Endamê Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, li derveyî pişka Herêmê û li ser daxwaza parlamentarên kurd biryara dan di projeyasaya bûdceyê de 6 milyar dînar bo 4 bajarên Herêmê misoger bibin.
Herwiha wî endamê Parlamentoya Iraqê got jî ku, li ser daxwaza perlementarên kurd di Komîteya Darayî de Ehmed Sefar, Ehmed Heme Reşîd, Cemal Koçer, Şêrwan Mîrza û Huşyar Ebdula bûdeyeke tabet di reşnivîsa projeyesaya bûdceya giştî de ji 4 bajarên Herêma Kurdistanê re hat bickirin.
Herwiha da zanîn ku, ji Helbece re 2 milyar, Qeladizê 2 milyar, Duhok yek milyar û Soran yek milyar
Basnews
